HSD: Di Êrîşên Tirkiyê de Yên Ser Herêmê 12 Sivîl Hatine Kuştin

Your browser doesn’t support HTML5

Tirkiyê şeva Çarşemê li ser Pêncşemê derdora seat 10ê şevê li gor dema herêmî êrîşên bi firoke, dron û topan bo ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanîn. HSD dibêje di êrîşan de herê kêm 12 sivîl hatine kuştin, di nav de 2 zarok hene û gelek dezgehên sivîl û xizmetguzarî hatine wêrankirin.