Roja Ala Kurdî li Qamişlo Hat Pîroz Kirin

Roja Ala Kurdî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna hejmareke rewşenbîr û sîyasetvanan li pêş avahîya ENKS’ê hat pîroz kirin.

Di merasîma pîrozbahîyê de endamê rêvebirîya ENKS’ê Nimet Dawid ser navê ENKS axîfî û bal kişand ser girinîya ala Kurdî.

Endamê din yê rêvebirîya ENKS’ê Mihsin Tahir ji got ku ev jibo hemî Kurdan rojeke dîrokî ye.

Şîrovekarê sîyasî Ekrem Hisên bal kişand ku ala Kurdî di sala 1920’an de ji alîyê Komela Civakî ya Kurdistanê hat erê kirin û herwisa Xoybûn ji ev al bi kar anî.

Hêjayî gotinê ye ku her sal di Roja Ala Kurdî de Kurdên Qamişlo û bi taybetî jî alîgirên ENKS’ê vê rojê pîroz dikin.