Îro Roja Jinan ya Navnetewî Ye

Îro 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar e. Her sal di vê rojê de jibo nîşandana destketinên aborî, sîyasî û civakî yên yên jinan gelek pîrozbahî û bernameyên taybet tên lidarxistin.

Jinên seranser cîhanê bi çalakîyên xwe hem roja xwe pîroz dikin hem jî têkoşîna jibo mafên wekhevîya zayendî, dawîkirina rêbazên cudakar û tundîya dijî xwe dikin.

Di vê rojê de li seranserê cîhanê, jibo nîşandana destketinên jinan yên di warê aborî, sîyasî û civakî de, bername, şahî, rêdeçûn û panel tên çêkirin.

Roja Navnetewî ya Jinan cara yekê di 28’ê Sibata sala 1909’an li Amerîka wek Roja Netewî ya Jinan hatibû pîroz kirin û di 1977’an de Neteweyên Yekbûyî ew wek Roja Jinan ya Navnetewî pejirandibû.

Bizavkarên jin didine zanîn ku li cîhanê herî kêm 40 ji sedê karmend û xebatkar jin in û bixêra têkoşîna wan newekhevîya perwerdeya destpêkî ya navbera kur û keçan li cîhanê kêmtir bûye.

Bizavkar bal dikşînin hîn li gelek dewletan jin û bi taybet jinên xizan, heta li nav mala xwe jî ne xwedî biryar in û kontrola zêdetir ya derfetên li nava malê ji hêla jinan ve, dikare aborîya welatan baştir bike.

Li Amerîka jibo rêzgirtin li kar û keda jinan, meha Adarê wek Meha Dîroka Jinan hatiye dîyar kirin.

8ê Adarê jibo daxwazakirina pirtir mafên wekhevîyê jibo jinan derfetek e, da ku ew û malbatên xwe bikaribin jîyaneke serketî bijîn.