Li Kampa Roj Malbatên DAIŞê Şewat û Xwepêşandanan Encam Didin

Kampa Roj li Herêma Rêvebiriya Xweser li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê

Roja Çarşemê hejmarek ji jinên malbatên çekdarên Daişê xwepêşandan kir û êrîşa bi keveran kire ser asayîşa kampê.

Li gorî jêderekî ji rêvebriîya kampê ku nexwest navê xwe eşkre bike gotiye, jinên Daişîyan agir bi konan xistin, û di encam de 16 kon hatin şewtandin, lê qurbanîyên canî nebûn, piştre hêzên ewlekarîyê û tîmên agirkujê destwerdan kirin û agir vemirandin.

Lê ev du roj in li gorî jêderên nava kampê de jinên malbatên Daişê bi keviran êrîşî hêzên ewlekarîya kampê dikin, her wisa hat zanîn xwepêşandanan tên darxistin.

Li gorî heman jêderan hêzên antî teror yên Jin hzên piştevaniyê şandine kampê.

Li gorî heman jêderî ku her gefeke êrîşa Tirkîyê bo ser bakûrê sûrîyê hebe hewlên şewat û revê ji kampê derdikevin pêş.

Di vî warê de çavdêr Dilbirîn Xelo bawer dike ku "tevgera jinên malbatên Daişê li kampa Hol û Roj bi du sedeman ve girêdayî ne, yek gefên Tirkîyê û ya din, tevgera vegerandina jinên Daişê û zarokên wan ji kampê bi taybetî yên Ewrupî. "

Hêjayî gotinê ye ku heya dema amadekirina vê raporê qelebalix li kampa Roj berdewam e.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Qamîşlo 21 10 2021

Kampa Roj Ya Malbatên DAIŞê li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê