Rûsya Cezaya Dermankirina Derûnî Dide Rexnegirekî Putin

Dîmeneneke ji dadgeheke Rûsî (Arşîv)

Dadgeheke Rûsî rexnegirekî Putin ku Şaman e îro Duşemê jiber êrîşkirina endemakî Nobedarên Neteweyî yê Rûsya, bi zorê dermankirina li nexweşxaneyeke derunî, hate ceza kirin.

Parêzer Alexey Pryanishnikov ragihand ku dadgeha bajarokê Yakutsk ya li Sîbîrya cezaya dermankirina bi zorê li sazîyeke derûnî daye şaman Alexander Gabyshev.

Pryanishnikov da zanîn ku demdirejîya dermankirina wî ewê ji hêla bijîşkan ve were dîyar kirin.

"Ev tê vê wateyê ku ew ê di şert û mercên mîna girtîgehê de were ragirtin," Pryanishnikov got.

Alexander Gabyshev yê ku rexnegirê serokê Rûsya Vladimir Putin e cara yekê dema ku wî got dê ji Moskowê qasî 8.000 km, bimeşe bala medyayê kişand.

Gabyshev, serokê Rûsya Vladimir Putin wek şeytan bi nav dikir û digot ewê meşa wî bi sirgûnbûna Putin encam bide.

Şaman Gabyshev çend cara helw da ku dest bi meşa xwe bike, lê her tim ji hêla polîsan ve hate rawestandin û ew vegerandin Yakutsk, bajarê wî yê li rojhilatê Sîbîryayê.

Gabyshev, di Rêbendanê de hewildana xweya herî dawî ragihand û ew li mala xwe bi îdaya êrîşkirina nobedarekî ku hatiye wî desteser bike, hatibû girtin.

Aktîvîstên mafên mirovan dibêjin ku Rûsya bi cezayên dermankirina bi zorê li nexweşxanê û dermankirina derûnî yên hin hevrikên xwe yên sîyasî, pîvanên Sovyetî vedijîne.