Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi rêkeftina nû ya Qatarê ya şerê dijî fînansekirina terorê kêfxweş e.
Tillerson bang li Erebistana Saudî, Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misir kir ku dorpêça ser Qatarê rakin.
Tillerson got ku Qatar dixwaze ligel wan çar dewletan rûne û daxwazên wan gotûbêj bike, lê ji Doha re girîng e "ku di gotûbêjan de serwerî û rûmeta wan hemî pênc dewletan bêne parastin."
Tillerson hefteya borî çûbû Kendawê ku alozîyên navbera wan dewletan nermtir bike, lê bê ku serketineke berbiçav bi dest bixe, ji herêmê vegerîbû Washingtonê.
Tevî ku Tillerson pesna qanûna nû ya Qatarê ya dijî diravdana komên terorîtî dide, Erebistana Saudî, Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misir got ku ew yek ji daxwazên wan pir dûr e.
Erebistana Saudî, Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misir di 5ê Hezîranê de ambargo danabû ser Qatarê û peywendî bi wî welatî biribûn, bi sedema ku ew piştgirî dide komên tundrê û hevalbendîya dijminê wan ya herêmî, Îranê dike.