Rêvebirîya Xweser 2 Zarokên Malbatên DAIŞ'ê Radestî Swîsre Kirin

Desteya Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser ya li bajarê Qamişlo roja Sêşemê ya 6'ê Berfanbarê de, pêşwazîya şandeyeke Wezareta Derve ya Swîsreyê kir.

Şandeya Swîsreyê ji berpirsa beşa berevanîyê ya balyozxaneya wezareta derve ya Swîsreyê Stephanie Periart û nûnerê wezareta derve ya Swîsreyê Antoine Lahama pêk hat.

Cîgirê Serokê Desteya Hevbeş Fenar Elgêt di derbarê serdana Şandeya Swîsreyê de ji Dengê Amerîka re axifî.

Fenar Elgêt dîyar kir ku wan banga Rêveberiya Xweser ya piştî rizgarkirina Baxozê ku li li civaka navneteweyî kiribû ku welatîyên xwe paşve bigirin, carek din bi bîr xistine.

Wî da zanîn ku wan bal kişandine ser xeterîya mayîna zarok û jinan di kampên Hol û Roj, yên ku malbatên DAIŞ'ê li wan her du kampan dijîn.

Elget bi berdewamî got ku ew hêvî dikin ku hikûmeta Swîsrê di vê mijarê de roleke erênî bilîze.

Seroka şandeya Swîsrêyê Stephanie Periart jî bi sedema hevkarî û hesankirina xebatên radestkirina zarok û jinên DAIŞ'ê yên ku welatîyên wan e, sipasîya Rêveberiya Xweser kir.

Di navbera her du aliyan de di dema serdanê de, belgeyeke fermî ya radestkirinê hate îmza kirin.

Herwiha, du keçên ji malbatên DAIŞ'ê hatin radestkirinê şanadeya Swîsrê.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_12_07_2021_Swîsre