Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Tirkîyê jiber belavbûna vîrusa korona aktîfkirina S-400 yên ji Rûsya hatibûn sitandin, paş xistiye.
Reutersê ji zarê karbidestekî Tirk dîyar kir ku Tirkîyê aktîfkirina sîstema berevanî ya S-400 betal nekiriye, lê ewê jibêr vîrusa korona bi derengî çêbe.
S-400 yên ku Tirkîyê ji Rûsya kiribûn di navbera Enqere û Washingtonê de girjî çêkiribû.
Qesira Sipî dixwaze ku Tirkîye sîstema S-400 nexebitîne, lê karbidestên Tirk didin zanîn ku ewê wê sîstemê aktîf bikin.