Reuters: Di Êrîşeke Esmanî de Herî Kêm 30 Sîvîl li Afganistanê Hatin Kuştin

Reutersê ragihand ku li Nangarhar ya li rojhilata Afganistanê bi kêmî ve 30 sîvîl di êrîşên esmanî de hatine kuştin.

Karbidestên Afgan ji Reutersê re dîyar kirin li herêma Vezirtengî a Açin ya Nangarhar gava karker li nav daran dixebitîne firokên Amerîka êrîş li dar xistine.

Jêderên herêmî didin zanîn k 150 karker di nav daran de dixebitîne û 40 ji wan birîndar in û hin ji wan wenda ne.

Wezareta Berevanî ya Afganistanê û berpirsên Amerîkî êrîş piştrast kirin lê derbarê kuştina sîvîlan ti agahî nedan.

Hêjayî bîrxistinê ye 14,000 leşkerên Amerîkî li Afganistanê ne û danûstandinên aştîyê yên di navbera Washington û Tehranê de hefteya borî bi dawî bûbûn.