Erdogan ji Tanrikulu re Dibêje Ev Heqaret û Îftiraya Namerd Bê Ceza Namîne

Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu dawîya heftê bi rêka telefonê beşdarî bernameyeke TV 100’ê bû û jibo artêşa Tirkîye got ''Dozeke ku min dişopand hebû, Artêşa Tirkîye 15 gundî ji helîkopterê avêtibûn û jiber wê dozê Tirkîyê li Dadgeha Mafê Mirovan hate ceza kirin.''

Ev gotin bû sedem ku Dozgerîya Enqerê derbarê wî de ji du sûcên cuda lêpirsîn veke.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç jî di bernameyek televîzyonê de dîyar kir fezlekeya di derbarê lêpirsînê hatîye rojeva parlamenê.

Partîya Sezgîn Tanriklulu CHP jî li wî xwedî derneket. “Artêşa me ronîya çavê me ye û ez gotina Tanrikuku şermezar dikim,” berdevkê CHP Faîk Oztrak gotibû.

Serokê CHPê Kemal Kilidaroglu jî piştgirî dabû Oztirak. “Em qet rast nabînin ku artêşa Tirkîye hedef were girtin. Berdevkê partîya me bersiv dabû, artêşa me ronîya çavê me ye,’’ Kilidaroglu got.

Serokomarê Tirkîye Recep Tayip Erdogan jî Sezgîn Tanrikulu bi zimanekî tund şermezar kir.

''Dijminê me jî dema behsa artêşa me dikin, pesnê camêrîya wî dikin. Helbet ev heqaret û îftiraya namerd wê bê ceza nemine,’’ Erdogan di vegara ji kombûna G20’ê, li ser pirsa rojnamegerekî got.

HDP: 'Dema Mijar Tê Ser Kurdan, Înkar û Redkirin Xuya Dibe

Lê, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi daxuyanîyekê piştgirî da Tanrikulu.

''Desthilatîya AKP û MHP’ê, opozîsyona ku li ser erda wan dimeşe, alîyên ku ji şer û rantê xwe heyî dikin, bi yek dengî êrîşê kesên ku rastîyan dibêjin dikin. Piştî rojnamevan Merdan Yanardag niha jî parlamentere CHPê Sezgîn Tanrikulu bûye armanca êrîşê wan.''

''Di salên 90’î de li ser navê dewletê sûcên mezin li ser Kurdan kirin û em dibînin ev sûc di roja me da jî didome. AKP û MHP, opozîsyona li rex wan faîlan diparêzin. Sucên li ser Kurdan, Alevîyan, Ermenîyan hatine kirin, înkar û red dikin, lê yên ku van sûcan eşkere dikin û dibêjin dixwazin wan bêdeng bikin.''

Ev koro jibo ew alîyên ku li ser navê dewletê sucan dikin, bingehek mafdar ji wan re çêdikin.

Dema dor tê ser Kurdan, bi nêzikatîya inkar û redkirinê û bi helwestek parêzerîya qetlîaman tevdigerin. Dema Kurdek rastîyek bîne ziman, di serî da partîya wan û dû re dijminên rastîyan, bi hêrs êrîşê wan dikin.

Ev rastî jî di qeydên dîrokê de hate tomarkirin. Sucdar û parêzvanê wan dê hesab bidin.

Em li kelêka rastîyê ne.’’

Parêzer jî Dibêjin Ew Şahid In

Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses û parlamentera Erzîromê Meral Daniş Beştaş dîyar kir Tanrikulu parêzvanekî hêja yê mafê mirovan e û ew rast dibêje.

Erkan Şenses li medya civakî belgeyên biryara dadgehê parve kirin. Wî da zanîn ku di doza 11 gundîyên Pasûrê de ew jî parêzer bûye. Ew bûyer di Cotmeha 1993’an de çêbûye. Fermandarîya Cendermeyan ya Boluyê li gundên Alaca û Şenyayla operasyonê kirine, 11 gundî bi helîkoptere birine û ji wê rojê şûnde ji gundîyan ti xeberek nehatîye.

Piştî çend salan li deverê hestîyên 8 gundîyan hatine dîtin. Tirkîye jiber sucên ‘mafê jîyanê, yê azadî û ewlehîyê binpê kirîye bi giştî bi 600 hezar paund mecburê tazminatê bûye.''

Rêxistinên Sivîl yên Amedê Çi Dibêjin?

Baroya Amedê û Platfroma Parastin û Hevgirtinê ya Amedê jibo Tanrikulu daxuyanîyeke hevpar dan û anîn ziman divê lînca li ser wî êdî bi dawî bibe. Platform Kiliçdaroglu jî rexne kir:

''Serokê CHP’ê berîya hilbjartinê li herêmê bû, jibo çareserîya pirsgirêkên civakî, behsa hevdu helalkirinê dikir. Di van rojan de bi yek dengi helwesteke linckar çêbû. Divê yên ku li dijî wan rabin, em dibînin li rex wan bi rêz dibin, êrîşan tund dikin. Jidilbuna têgeha 'Hevdu helalkirinê' di heyamên bi vî rengî de eşkere dibe. Em li hember êrîşên li ser azadîya ramanê ne. Jibo avakirina paşerojek saxlem, hevhelalkirin û bi rûbirûhatina bi paşeroja re xalek girîng e. Em ji karbidestan daxwaz dikin ku li hember êrîşên linçkirinê tevdîran bigirin.’’