Partîya Sûrîya Pêşerojê jiber giringîya karê ragihandinê di civakê de li bajarê Reqa workşopek li dar xist ku pêşxistina karê rojnemegirî û astengîyên pêş rojnemevanan raweste.
Armanceke din ya workşopê lihevanîna hejmara mezin ji rojnemevan û dezgehên ragihandinê bû ku li parêzgeha Reqa kar dikin.
Îyad Xetîb, rêvebirê ragihandinê yê Partîya Sûrîya Pêşerojê ji Dengê Amerîka re ragihand ku pêwîst e her dem rojnemevan li hev bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Mustefa Balî, berdevikê ragihandinê yê Hêzên Sûrîya Demokiratîk HSD) jî got ku parastina jîyana rojnemevanan erka wan ya yekê ye.
Rojnemevan Mustefa Xelîl jî got ku kêmbûna ezmûna rojnemevanên li Reqa dibe sedem ku nûçeyên nerast belav bibin.
Xelîl bal kişand ku astengîya herî mezin li pêş rojnemevanên li Reqa tunebûna perwerdeya taybet ya jibo karê rojnemegerî ye.
Your browser doesn’t support HTML5