Rêvebirîya Xweser Dest bi Vaksînkirina Tîmên Bijîşkî yên li Reqa Dike

Piştî Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê 17,500 derzî ji vaksîna vîrusa korona ji Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) wergirt, nêzî şeş hezar ji wan derzîyan giheştin bajarê Reqa.

Zêna El Hesen

Hevseroka komîteya tendirustî ya bajarê Reqa Zêna Al-Hesen ji Dengê Amerîka re got ku pişka yekê ya vaksînan wê jibo endamên saxlemîyê werin dayîn.

“Di destpêkê de endamên tîmên tendirustîyê, ku li nexweşxane û xalên taybet bi vîrusa korona dixebitin dê werin vaksîn kirin.

Hesen bi berdewamî got ku di siberojê de ewê hewceyî pirtir vaksînan bin loma ew hêvî dikin ku sazîyên saxlemîyê piştgirîya wan bikin.

Hêjayî gotinê ye ku li Bakur û Rojhilata Sûrîyê jî hewil dide ku COVID-19 ji hole rake loma jî pêdivîya wê bi vaksînan û agahdarkirina hemwelatîyan heye ku bikanibin xwe ji wê nexweşîyê biparêzin.

Hesen bal dikşîne ser tirsa hemwelatîyan ya derbarê vaksînan û dibêje ku vaksîn wê bi awayekî azad be û ti kes wê neyê mecbur kirin.

Wê da zanîn ku cûreya vaksîna ku Rêxistina Saxlemîya Cîhanê ji wan re şandiye yên kompanîya AstraZeneca ne.

Hêjayî balkişandinê ye ku Desteya Tendirustî ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihandibû ku heta sêyê vê mehê hejmara tûşbûyên korona li asta seranser herêmê giheştîye 17, 946 kesan ku 732 ji wan mirine.

Your browser doesn’t support HTML5

RK_06_04_2021_Vaksînkirina_Tîmên_Saxlemîyê