Li Qamişlo Rewşa Alozîya Navbera Rejîmê û Kurdan Çi Ye?

Tevî hewlên Rûsyayê, alozîya ewlekarî ya navbera Rêvebirîya Xweser û rejîma Sûrîy berdewam e.

Hêzên ewlekarîyê yên Rêvebirîya Xweser her du çargoşeyên ewlekarî yên rejîmê li Qamişlo û Hesekê dorpêçkirine.

Êvara Şemîyê komeke çekdar yên rejîmê li taxa Hilko ya nêzî balafirgeha Qamişloyê êrîşî hêzeke Asayîşê kir.

Li gor agahîyan çekdarên Bergirîya Netewî (Dîfa Elwetenî) bi guleyan êrîşî rêbendekê Asayîşê kir û di bersîva asayîşê deçekdarekî Dîfa Elwetenî hat kuştin, 6 çekdarên din jî birîndar bûn.

Roja Yekşemê Hêzên Ewlekariya Hindurîn a Bakur û Rojhilata Sûrîyê di daxuyanîyekê de got ku kiryarên vî rengî têkbirina aramîya herêmê armanc dikin.

“Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em destkeninên bi saya fedekarîyên şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”

Berpirsê ofîsa têkilîyan ya hêzên ewlekarîya hindurîn Berzan Mihemed ji Dengê Amarîka re got ku

di encama hevrêzîya navbera Rûsya û Asayîşê de pevçûn rawestîyan, piştî ku Rûsan soz da ku mîlîsên îstixbaratên rejîmê wê careke din êrîşan pêk neyînin.

Parêzgarê Hesekê derbarê alozîyê de got ku Kurd bi piştevanî ji Amarîka fişarê dikin ku me ji her du bajaran derxînin.

Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîkê bersîva rejîmê da û go ku wan ji rejîmê nexwestiye ku derkevin û ne di programa wan de ye ku deverên rejîmê armanc bikin.

Berdevkê Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Loqman Ehmê ji Dengê Amarîka re got ku bûyerên ku rejîm dide pêş girêdayî êrîşên Tirkîyê yên ser Eyînîsa û jiber bêdengîya Rûsan ya hember wan êrîşan e.

Hin çavdêr bawer dikin ku givaştinên ser rejîma Sûrî li Qamişlo û Hesekê bersîva fişarên rejîma Sûrî yên li ser Kurdên Heleb û Şamê û herwisa dorpêçkirina rejîmê yên kampên derbiderên Efrînî li herêma Şehba ye.

Çavdêr Hejar seyîd bawer dike ku ev alozî di sibêrojê de dikare xibatir bibe jiber ku Îran dixwaze şerekî navbera rejîmê û Kurdan derxîne.

"Îranê mîlîsan dehif dide ku êrîşî hêzên Kurdan bikin. Ev mîna bersîveke Îranê ya ser toprandina bingehên wan li Dêrazorê ye."

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_1_25_2021_Alozîya_Qamişlo