Reîsî Hewl Dide ku Hêrsa Xwepêşanderên Dijî Kuştina Jîna Amînî Nerm Bike

Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî, Tehran, 1 Cotmeh, 2022.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Sêşemê di gotareke li parlemenê banga yekîtîya neteweyî kir û hewl da ku hêrsa dijî desthilatdarên welêt nerm bike, dema ku xwepêşandanên dijî hikûmetê ku bi hefteyane li seren serê Îranê didomin, heya li zanîngeh û dibistanan belav bûne jî.

Reîsî qebûl kir ku hin "lawazî û kêmasîyên" Komara Îslamî hene; lê wî gotara fermî dûbare kir, ku xwepêşandan komployeke planeke dijminên Îranê ne, yên meha borî bi kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî di dest polîsên exlaqî de, destpêkirin.

"Îro biryardarîya welat, bo kêmkirina pirsgirêkên gel hevkarîyê armanc dike. Yekîtî û yekbûna neteweyî pêwîste ku dijminê me bêhêvî be," Reîsî got.

Hejayê gotinê ye ku xwepêşandanên dijî rejîma Îranê 17’ê Îlonê de li bajarê Saqiz ya eyaleta Kurdîstanê destpêkirin, di merasîma binerdkirina keça Kurd Jîna Amînî ya 22 salî de.

Jîna Amînî di 13’ê Îlonê li Tehranê bi tawana "li xwekirina cil û bergên ne guncaw" ji hêla polîsên exlaqî yên Îranî hatibû desteser kirin.

Amînî sê roj şûnda, di 16’ê Îlonê de, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û xwepêşandanên herî mezin yên ji 2019’an vir ve destpê kirin.