Reîsî Dibêje Îran di 1979'an de Azad Bû

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Înê da zanîn ku welatê wî berovajî gotinên serokê Amerîka di 1979an de bi şoreşa Îslamê azad bûye.

Serokê Amerîka Joe Biden do Pêncşemê ser azadkirina Îranê soz dabû û dîyar kiribû ku ewê xwenîşanderên wî welatî di demeke nêz de serbest bimînin.

Reîsî, ku wek serokomarê tundrê yê Îranê tê zanîn, got ku ew ji Biden re dibêje ku Îran berî 43 salan, di 1979’an de bi şoreşê Îslamê azad bûye.

Girjîya di navbera Îran û welatên Rojava de di demên dawî de jiber peywendîyên Tehran û Moskowê de jî gur dibe.

Amerîka û welatên din yên Rojava dîyar dikin ku Îran bo di şerê li Ukrayna de bixebitîne dronan dide Rûsya, lê Tehran û Moskow dibêjin ew îdia derew in.