Serokê Îranê Dê Destpêka Sala Nû Serdana Tirkîyê Bike

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Îranê Ebrahîm Reîsî wê di 4’ê Rêbendanê de serdana Tirkîyê bike da ku bi hevtayê xwe Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Reutersê ev agahî ji zarê karbidestekî Tirk ragihand.

Karbidestê Tirk da zanîn ku Reîsî û Erdogan dê ser şerê li Gaza, rewşa Sûrîyê û peywendîyên dualî gotûbêjan bikin.

Heman karbidestî got ku serdana Reîsî biryar bû di dawîya Mijdarê de pêk hatiba, lê bi sedema bernameyên cûda yên wezîrên derve yên her du welatan hatibû paşxistin.

Tirkîye, ya ku ser kêşeya Îsraîl û Filîstînî piştgirîya çareserîya du dewletan dike, Îsraîl jiber êrîşên ser Gaza bi tundî rexne dike û dibêje divê rêberên Îsraîlê ser tawanên şer werin darizandin.

Lê ji alîyê din ve Tirkîye bi Îsraîl re têkilîyên bazirganî jî domand, ku bû sedema rexneyên opozîsyona navxweyî û Îranê.

Berevajî bi hevbendên xwe yên Rojavayî û hin welatên Ereb, Tirkîye ya endama NATO’yê Hamasê wek komeke terorîst nabîne.

Cîranê wê yê li rojhilat, Îran, pêşengîya hevbendîya ‘Xeta Berxwedanê’ dike, di nav de Hamas û komên çekdar yên Şîa li seranserê herêmê hene ku dijî Îsraîl û hevbendên wê yên Rojavayî çalakîyên leşkerî dikin.

Îran hevdem piştgirîya xwe ya bo Hamasê dîyar dike û hişyarî daye ku eger şerê li Gazayê bidome wê encamên wê yên berfirehtir û wêranker hebin.

Peywendîyên Tirkîye û Îranê bi gelemperî tevlîhev in. Di serî de şerê navxweyî yê Sûrîyê li ser çend mijaran nakok in.

Jêder: Reuters