Penaberên Sûrî li Libnanê ji NY Doza Çareseriyekê Dikin

Syrian refugees children climb a concrete wall at a refugee camp in the eastern Lebanese border town of Arsal, Lebanon, Aug. 5, 2019.

Di roja cîhanî ya Penaberan de, penaberên Sûrî li Libnanê bang li Neteweyên Yekgirtî dikin ku çareseriyekê ji kirîza wan re bibîne û wan vegerîne welatê wan.

Li bajarokê Ber Ilyas ê nêzîkî sînorê Sûriyê, penaberên kampa el-Hindî di reweşeke pir xerab de dijîn.

Kamp mêvandariya 450 penaber di 68 konan de dike, ku ji parêzgehên Homs û Dîmeşq û Quneytra ne.

Penaberê bi navê Xalid Şehada ji ajansa Associated Press re got ew di bin hêla perîşaniyê de dijîn û daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir ku wî vegerîne bajarê wî Homsê.

Peyvdara desteya bilind a penaberan a Neteweyên Yekgirtî Lîza Ebû Xalid daxwaz ji civaka navnetewî û welatên xwebexş kir ku piştgiriya Libnan û penaberan berdewam bikin.

Libnan, ku bi xwe ji 5 milyon kes pêk tê, ji destpêka şerê Sûriyê ve, dora 1.5 milyon penaberên Sûrî vehewandine.

Hejmarên nû yên Neteweyên Yekgirtî diyar dikin ku nêzîkî 80 milyon kes li cîhanê penaber û koçber û aware ne.