Berpirsekî Kurdên Îraqê got, renge ew Referanduma pilankirî ya roja 25 meha 9an paş bixin li beramber wergirtina hin mafên siyasî û abûrî ji aliyê hikûmeta navendî ve li Bexdayê.
Sekretêrê cîbecîkar ê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Mele Bextiyar got, şandeke Kurd serdana Bexdayê dike ji bo gutûbêjkirina pişniyareke serkirdeyên Îraqî ku renge Kurdan razî bike da Dengdanê ragirin.
Amerîka û hin welatên din ên rojava ditirsin ku dengdan nakokiyên nû li gel Bexdayê û welatên hevsînor gur bike û her wiha balê ji ser şerê dijî Daiş li Îraq û Sûriyê bikşîne.
Berî deh rojan,wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson bi awakî fermî ji serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî daxwaz kiribû ku piroseya Referandumê paş bixe.