Partîya Jinûve Refah (YRP) ragihand ku danûstandinên hevkarîyê yên bi Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) re sekinîne.
Cîgirê Serokê YRP’ê Suat Kiliç got ku ew bi AKP’ê re ti danûstandina hevkarîyê nakin.
‘’Danûstandinên di navbera şandeyan de hatin birîn. Ti plana hevdîtinê jî çênebû. Daxwaz û hewildana me jî tuneye.’’
Kiliç dîyar kir ku ger ji alîyê AKP’ê daxwazeke ser hevdîtineke di asta Serokan de çêbe ew dikarin bersîveke erênî bidin.
Wî got ku di sîyasetê de 24 saet jî demeke dirêj e û dîyar kir ku sekneke partîya wan heye.
Li parlamana Tirkîyê 5 kursîyên YRP’ê hene û wê di hilbijartênên serokomarîyê de piştgirî dabû Serokomrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.
Jêder: Gazete Duvar