Xaça Sor îro Pêncşemê ragihand ku 16 nexweş û malbatên wan ji Gutaya rojhilat ya dorpêçkirî hatine derxistin.
Xaça Sora Navnetewî ragihand ku veguhastina nexweşan û malbatên wan, bi alîkarîya Heyva Sora Sûrî, derengîya Çarşemê destpê kir û heta Pêncşemê berdewam kir.
Xaça Sora da zanîn ku pirtir ji nîva kesên ku jiber nexweşî hatine veguhastin, zarok in.
Hikûmeta Sûrî di demên dawî de dorpêça ser Gutaya Rohilat, ku pirtir ji 400,000 lê dijîn, zêde kiriye.
Neteweyên Yekbûyî hikûmeta Sûrî rexne kiribû ku nehêla kesên nexweş li Guta bikaribin herin nexweşxaneyên nêzîk yên dervayê taxê.