Rêberên Cîhanê Trump Pîroz Dikin

Rêberên cîhanê piştî Serokê berê Donald Trump jibo hilbijartinên 2024’an serketina xwe ragihand dest bi weşandina peyamên pîrozbahîyê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ew Trump jiber vegera herî baş ya di dîrokê de pîroz dike.

Netanyahu dîyar kir ku vegera Trump ya li Qesra Sipî jibo Amerîka destpêkeke nû û seba Îsraîl û Amerîka jî hevbendîyeke nû ya xurt e.

Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer got ku Trump serketine dîrokî bi dest xwe xistiye û ew pîroz kir.

Stermer dîyar kir ku ewê peywendîyên taybet yên Brîtanya û Amerîka di salên pêş de jî pêşve biçin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî Trump pîroz kir.

Zelenskyy bi bîr xist ku ew û Trump meha Îlonê ser sekinandina êrîşên Rûsya yên dijî Ukrayna axifîne.

Wî dîyar kir ku Trump di mijarên cîhanî de di ser hêzê re li aştîyê digere û got ku ew wî jiber vê helwesta wî pîroz dike.

Serokê Ukrayna dîyar kir ku ew hêvîdar e û ew bawer dike ku ewê bi hev re li welêt aştîyê çêkin.

Jêder: Reuters