Li Tirkîyê di rojên dawîn de nirxê diravên bîyanî li hember lîraya Tirkî careke din bilind dibe.
1 dolar ji 6,94 lîrayî derbazî 7,38 lîraya Tirkî bû. Euro jî ji 8,40 lîrayî derbazî 8,96 lîrayê Tirkî bû.
Li gor aborîzanên Tirkîye ketina nirxê lîraya Tirkî hem jiber ku deynê zêde derveyê welat hem jî jiber ku Tirkîye di kirina gelek berhem û amûrên teknolojîk ve girêdayî derveyî welat e rast e rast bandorên xirab ser aborîya Tirkîyê dike.
Aborîzan Erol Katircioglu jî dîyar dike ku aborîya Tirkîyê nikare hikûmetê bigihîne hilbijartinên 2023’an û ew dibêje ku hilbijartinek pêşwext hem jiber sedemên sîyasî hem jî jiber aborîya xirab dibe ku were kirin.
“Hem gotinên birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yên careke din jibo daxistina faîzan, hem nîqaşên ser hilbijatinek pêşwext û hem jî zêdebûna gotina girtina HDP’ê û bêhêvîya jibo demokratbûna Tirkîyê dibe sedema bilindbûna diravên bîyanî. Bi van sedeman ve girêdayî jî li Tirkîye di nav sermayedaran de tirsek çêbûye û sermayedar ji pîyaseya Tirkîyê derdikevin.”
Herwiha Katircioglu jî bawer dike ku li Tirkîye îhtîmala hilbijartinek pêşwext pir zêdeye û ew dîyar dike û ne pêkan e ku aborîya Tirkîyê bêyî hilbijartinan heta hilbijartinên 2023’an bimeşe.
“Hem jiber kêmahîya bûtçeya Tirkîyê hem jiber zêdebûna deynê dervê yên diravên bîyanî ya Tirkîyê hem jî jiber qelsbûna aborîya Tirkîye xuya dike hilbijartinên pêşwext dê werin kirin.”
Li alîyeke din ve jî Wezîrê Darayî yê berê Berat Albayrak ku zavayê Serok Recep Tayyîp Erdogan e, 128 mîlyar dolar rezervên diravên biyanî ya Banka Navendî ya Tirkîyê jiber polîtîkaya piştgirîya lîraya Tirkî firotîbû û rezerva diravên bîyanî ya Banka Navendî xilas bibû.
Katircioglu li ser vê mijarê jî dibêje ku ne pêkan e ku mirov firotina van rezervan fêhm bike û wiha got,
“Jiber vê yekê jî jiber rikbûna di gotinên faîzên kêm yên Erdogan ev rezerv hatin firotin. Lê nayê zanîn ku firotin çawe hat kirin û ev rezerv kê kirîn. Dîsa li gorî min ev firotin jibo dengeya di navbera lîraya Tirkî û diravên bîyanî were kirin hat pêkanîn. Lê ev jî xuya dike û ev rêbazeke rast e.”
Katircioglu herî dawî jibo deynên Tirkîyê ku 150 mîlyar dolarî zêdetir e bawer dike ku Tirkîye wê dawîya dawîyê deyn ji sazîyeke wek Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) bixwaze.
Your browser doesn’t support HTML5