Reuters: Rojnamevanekî Amerîkî li Rojhilata Ukrayna ya Dagirkirî Hinda Bûye

Russia Ukraine War

Polîsê hêrêmî îro Înê ragihand ku hemwelatîyê Amerîka, Russell Bentley li rojhilata Ukrayna ya di bin kontrola Rûsya de hinda bûye.

Li gor ragihandina polîsê Donetsk ya di bin kontrola Rûsya de, Russell yê 64 salî yê destekê dide hêzên li Ukrayna yên bi piştgirîya hêzên Rûsî nûçegihanê şer e.

Pols dîyar dikin ku Russell 8’ê Nîsanê hinda bûye û lêgerînên jibo dîtina wî didomin.

Wan polîsan eşkere nekir ku Russell herî dawî li kîjan herêmê hatiye dîtin û şertên hindabûnê wî çi ne.

Jêder: Reuters