Berpirsekî Payeblind yê Pasdaran di Êrîşa Îsraîlê de li Sûriyê Hate Kuştin

Razi Mousavi Berpirs û Şêwirmendekî payebilind yê Pasdarên Îranê ku îro Duşemê 25ê Kanûna Pêşî li Sûriyê hate kuştin.

Ajansa Reuters ragihand ku sê çavkaniyên ewlekarî û medyaya fermî ya Îranê eşkere kirine ku îro Duşemê di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li derveyî Şama paytexta Sûriyê şêwirmendekî payebilind yê Pasdarên Şoreşa Îranê hate kuştin.

Çavkaniyan ji Reutersê re ragihand ku şêwirmendê bi navê Seyîd Razî Mûsewî (Mousavi), berpirsê hemahengîya hevpeymanîya leşkerî di navbera Sûriye û Îranê de di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.

Televîzyona dewletê ya Îranê jî weşana xwe ya asayî ya nûçeyan qut kir û di nûçeyeke lezgîn de ragihand ku Mûsewî hatiye kuştin. Televizyonê ew wek yek ji kevintirîn şêwirmendên Pasdaran li Sûriyê binav kir.

Ajansa Nûçeyan ya IRNA jî got ku "Berî çend demjimêran Razî Mûsewî di êrîşeke zayonîstan de li nêzîkî Şamê hatiye kuştin." Îran û dezgehên wê yên ragihandinê Îsraîl wekî "keyanê Zayonîst" binav dikin.

Heta niha Îsraîlê derbarê êrîşê û kuştina Mûsewî tiştek negotî ye.

IRNA di nûçeya xwe de pesina Mûsawî da û got ku "Kesekî çalak bû û piştevaniya lojistîk dida hêzên piştevaniya Sûriyê."

Di şerê zêdetirî 12 salan de li Sûriyê, Îran û Rûsya piştevanên herî çalak yên rejîma Şamê bûne.

Îsraîl çendîn sal e êrîşên dibe ser bingehên rejîma Sûrî, grûpên çekdar yên bi piştevaniya pasdarên Îranê û herwiha endamên Hizbullaha Libnanê li Sûriyê, lê kêm caran wan êrîşan digire ser xwe.

Sopayê Pasdaran yên Îranê jî kuştina Mûsewî piştrast kir û got ew kesekî nêzîkî Qasim Sulêmanî bû. Sulêmanî sala 2020'an di êrîşeke esmanî ya Amerîka de li nêzîk fikoxaneya Bexdayê hatibû kuştin.

Jêder: Reuters/AFP