Mladic Dê li Dadgeha Tawanên Cengê Bihê Dadghekirin

Ratko Mladic serokê Artêşa Bosnia-Serbiya

Roja Çarşemê Ratko Mladic berpirsê artêşa Bosnia –Serbiya yê ku, bi tawanên cengê hatîye tawanbar kirin, dê li dadgeha navnetewî li bajarê Den Haag cardin bihê dadgehkirin.

Ratko Mladic di pevçûnên serdema Yugoslavia berê û şerên salên 90an, weke tawanbarê cengê hatîye dîtin û navê "Kujerê Bosnia" li wî hatiye kirin, li dadgehê ewê rastî tawankariyên ku di şerên salên 1992 – 1995an de li Bosnia qewimî bûn, bihê sûcdar kirin.

Ratko Mladic sala 2012an hatîye girtin û heta niha 11 tawanên giran yên weke encam dana qetlîaman, kuştinên bikomî û tawanên dij mirovatiyê tê tawanbar kirin, tawana herî mezin ya li Sarajevo û bajarê Srebrenica hatî encam dan ku 8,000 kesên musilman di nav de jin û zaro hebûn, hatbûn kuştin, ev qetlîam piştî şerê cîhanî yê Duyan, weke qetlîama herî mezin tê naskirin.

Serdozger li dadgeha navnetewî ya dijî tawanên cengê li Holanda li bajarê Den Haag daxwaza zîndankrina heta hetayê bo Mladic dixwazin.

Lê Dragan Ivetic parêzerê Mladic dibêje mûwekilê wî yê 75 salî ne berpirse ji bûyerên di şerê Serbiya de qewimîn û daxwaz dike Ratko Mladic bê tawan bihê derxistin.