Tunekirina Ramanên Tendrew bi Riya Fêrkirina Quranê li Reqa

Ebid Seîd

Rêxistina Daişê ji destpêka kontrolkirina parêzgeha Reqa de dest bi vekirina peymangehên fêrkirina Quranê kir, lê wan şagirt fêrî ramanên tendrew dikirin.

Piştî rizgarkirina Reqa, Saziya karûbarên Olî ya girêdayî Encûmana Reqa Sivîl, peymangehên fêrkirina Quranê vekirin da ku bi awayekî durist kesên hatinî xapandin fêr bike, û wan dûrî ramanên tendrew bixe.

Daiş bi tevahî li ser zemînê hate bidawîkirin, lê hîn beşek ji welatiyan baweriya xwe bi ramanên rêxistina tendrew hene.

Rêvbirê baregeha Îftaa Ebid Seîd ji Dengê Amerîka re da zanîn ku bandora mezin ji ramanên tendrew li jinan bûye.

Li gor pisporan, bandora ramanên tendrew li yên temenê xwe ji 15 salî ta 25 salî bûye, û ew dibînin beşek ji wan hatine kuştin, hin ji wan rastiya Daişê naskirine, û hin ji wan di zîdanê de ne.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng