Li Wanê 11 sazîyên sivîn li ser mirina bi guman ya Ramazan Turanê 70 salî ku di 21 Rêbandanê de li zindana Wanê canê xwe ji dest dabû, li Baroya Wanê preskonferansek pêk anî.
Preskonferans li cem dayîkên ku ev 45 roj in jibo serbest berdan girtîyên xweş di nava ‘Nobeta edaletê’ de nehat kirin.
Nûnerên OHD, ÎHD, TUHAY-DER, Baroya Wanê, KESK, TJA, Komela Jinan Star, KOÇ-DER, TTB, TMMOB, ÇEV-DER beşdarî preskonferansê bûn.
Serokê Şaxê Komela Mafên Mirovan (IHD) yê Wanê Mehmet Karataş got ku tevî nexweşîyên giran yên Turan ew hatibû zîndan kirin.
“Berya mirina bi guman ya Turan, ew 20 roj bû di hucrê de tenê bi serê xwe dima. Rojek berya mirinê ji singê xwe êşa wî hebû ew rakiribûn nexweşxanê û piştî demek kin ji karbidestan ragihand ku ew jiber krîza dil canê xwe ji dest ye.”
Karataş dida zanîn ku her mirinê li girtîgehan bi gumanin jiber ku mercên zîndanên Tirkîyê ne li gor jîyana mirovan in.
“Li Tirkîyê zîndan jibo girtîyan bûye cîhê mirinê û ew nikarin bi rehetî xwe bigihînin mafên xwe yên sazlemîyê. Turan jî wekî hejmarek zêde nexweşên girtî, tevî temenê xweyê mezin tenê serê xwe li hucreyekê de hatiye girtin û bi vê yekê mirina wî ne xwezayî ye.” Karataş got.
Piştî mirina Ramazan Turan Serdozgerîya Komarîya ya Wanê lêpirsîn daye destpê kirin.
Ji alîyê din ve Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarisaç li ser mirina bi guman ya Turan bi rêya Meclîsa Tirkîyê jibo cîgirê Serokomarê Tirkîyê Fuat Oktay pirsname şand û jê pirsî gelo çima parêzer di dema otopsîya Turan de hatin asteg kirin û ew wernegirtin hindir û çî ji ragiştî tê veşartin?
Sarisaç herwiha ji Oktay pirsî, gelo çima bo tarmê Turan bajarvanîya Wanê maşîneya cenazê nedaye? û çima li gor vecîbên olî karbidestên dewletê nihiştine termê Turan li nexweşxaneya Hakarîyê were şûştin û mela beşdarî merasîma wî bibe?
Heya ku ev raport dihat amedekirin ji alîyê karbidestên dewletê ve çî daxuyanî derheqa mirina Turan de nehatibû dayîn.
Your browser doesn’t support HTML5