Bangên bicîhîştina kar bilindtir dibin li dijî hakimê wîlayeta Virginia Ralph Northam, piştî belavbûna wêneyeke wî ya berî 30 salî li zanîngehê dema ku ew xwendekar bû.
Wêne wî wek kesekî nijadperest nîşan dide.
Ralph Northam doh Înê lêborîn xwest li dor cûreyê cilûberên”nijadperst” ên ku di wêneyê de li xwe kiribûn.
Di daxuyaniyeke vîdyoyî de Northam ragihand ku ew wêne bi çi şêweyî kesayetiya wî ya niha wernagerîne.
Wî got:
“Ez nikarim biryarên min berê dayî biguherim û ez nikarim wê ziyana ku min wê demê û niha jî encam dayî berovajî bikim. Lê ez berpirsiyarê kiryarên xwe yên berê me û amade me her tiştekî bikim ji bo vegerandina baweriya we.”
Wêne kesekî bi rûyekî reş û yekî din bi cilûbergên rêxistina nijadperest KKKê diyar dike.
Northam nîşan bi wê yekê da ku ew yek ji wan herdû kesên di wêneyê de ye.