Serokê Nû Hilbijartî Yê Îranê Dibêje Ew Naxwaze bi Biden re Bicive

Ebrahim Raisi di Presskonferansê de

Serokê Îranê yê ku nû hatî hilbijartin Îbrahîm Raîsî roja Duşemê got, niyeta wî nîne li gel serokê Amerîka Joe Biden bicive, heta ku di wî demî de ku her du welat beşdairê di danûstnadinên ne raste rast dikin jibo vejiyandina rêkeftina navokî.

Raisî bersiva "Na"da, dem ku mediya Amerîkî pirs arasteyî wî kirî û jê pirsîn kanê hûnê li gel Biden bicivin dema ku di danûstandinan de sizayên li ser Îranê bihên hilandin, û jibo xatirê "serastkirina" kêşeyên di navbera her du welatên neyar de.

AP dide zanîn ku di yekemîn konferansa rojnmaevanî de piştî serkeftina di hilbijartinan de serokê nû hilbijartî yê Îranê Îbrahîm Raisî gotiye ew ne amade ne derbarê bernama Îranê ya mûşekên Balistî û piştevaniya milîtanên li Îraqê danûstandinan bikin.

Amerîka hîvî hene ku cardî vegere rêkeftina navokî ya sala 2015ê û herwiha li bere derbarê kêşeyên din danûstandinan bi Îranê re bike.

Berbijarê serokatiya Îarnê yê nermrê Abdulnasir Hamatî ku rikeberê Raisî bû gotbû, ew amadeye li gel serokê Amerîka Joe Biden bicive.

Li aliyek din Raisî di axiftina xwe ya Duşemê de xwe weke "Parêzvanê mafên mirovan" nîşan da, dema jê pirsîn ku destê wî di sêdaredanên komî de heye li sala 1988ê ku nêzî 5000 kes hatbûn kuştin û sêdaredan li Îranê.

Raisî beşek bû ji komîta ku dibêjinê "Komîta mirinê" dema ku şerê Îraq û Îranê li dawiya salên 1980an bidawî bû hezaran girtiyên siyasî hatbûn darvekirin.

Raisî ev axiftin di preskonfera rojnamevanî de kirin roja Duşemê ku yekemîn daxuyaniyên wî ne, piştî serkeftina bê rikeber di hilbijartinan de bidest xistî.

Çavkanî: AP û AFP