Reîsî Îro li Meşhedê Tê Binax Kirin

Serokê mirî yê Îranê Îbrahîm Reîsî, çar roj piştî ketina helîkopterê, îro Pêncşemê li bajarê Meşhedê tê binax kirin.

Berî darbesta Reîsî here Meşed ya li rojhilata bakurê Îranê li Birjand ya li rojhilat jî merasîmeke cenazeyê hat çêkirin.

Reîsî wê li Goristana Îmam Riza were binax kirin ku li gor Şîayên Îranê gora Îmam Alî el-Riza ya sedsala 9’an li wir e.

Reîsî yê 63 salî wek rêberê siberojê yê Îranê dihat dîtin û çaverê bû ew biketa şûna Rêberê Olî Alî Xamaneyî yê 85 salî.

Alîkarê yekê yê serokê Îranê Mihemed Moxber wê heta hilbijartinên meha Hezîranê bi awayekî demkî wek serok kar bike.

Helîkopter li nêzî sînorê Azerbaycanê li cîhekî çîyayî ket û di encamê de tevî ajovan 9 kesan canên xwe ji dest dan.

Jibo bîranîna Emîrabdulahîyan li Wezareta Derve ya li Tehranê merasîmek hat li dar xistin.

Şûngirê Wezîrê Derve Alî Bagherî Kanî ser Emîrabdulahîyan got ku şehîd e û dîyar kir wî şoreşgerîya wezaretê xistiye bin garantîyê.

Emîrabdulahîyan wê li başûrê Tehranê li Goristana Şah Abdulazîm were defin kirin ku li wir sîyasetvan û hunermendên girîng yên Îranê binaxkirî ne.

Îranê jibo Reîsî şîneke pênc rojî ragihand ku ew jibo zextên dijî muxalîfan û danûstandinên bi dewletên derve re li ser xeteke tundrê bû.

Li ber e ku Îran jibo hilbijartina serokê welêt 28’ê Hezîranê here ser sindoqan.

Jêder: Reuters