Lêpirsîna Ser Sedema Peqîna li Sînorê Amerîka û Kanada Didome

Dîmeneke ji tqada eqîna ku ser pira Rainbow ya li ser Çemê Nîagara do rû da. 22 Mijdar,2023

Karbidestên Amerîkî îro Pêncşemê ragihand ku lêpirsîna di derbarê peqîna ku ser pira Rainbow ya li ser Çemê Nîagara qewimîbû didome.

Pira Rainbow û her sê derîyên sînor yên din yên li ser çemê Niagara ya navbera rojavayê New York û eyaleta Kanada Ontario de ne.

Piştî bûyera metirsîdar hemî derbazgeh wek tedbîr hatin girtin, lê bilî Rainbow, sê pirên din şewa Çarşemê jinûve hatin vekirin.

Do Çarşemê dema ku otomobîlek ji Amerîka derbazî Kanada dibû peqîbû û pişre şewatek mezin derketibû û 2 kesên nava trombîlê miribûn.

Di destpêkê de dîyar nebû ku ka gelo peqîn bi sedema êrîşekê terorê pêk hatiye, lê, piştre FBI gotibû ku ew peqîn ne bûyereke terorîstî ye.

Lêpirsîna ser bûyerê niha ji alîyê beşa Qezayê ya Dezgeha Polîsan ya Niagara Fallsê ve tê rêve birin.

John Faso yê ku berpirsê polîsê Niagara Falls e, îro bi daxuyanîyeke ragihand ku Ji ber tevlihevîya bûyerê, bo temamkirina pêyvajoya lêpirsînê wê demeke dirêj bikşîne.

"Bo niha em li benda piştrastkirina nasnameya kesên mirî ne û herwiha emê piştre xwe bigehînin xizmên wan kesan," Faso got.

Dîmênên qezayê ku ji hêla kamerayên ewlehî yên ser derîyên sînor hatin tomar kirin nîşan didin ku otomobîl bi lezeke bilind ji alîyê Amerîka ve diçe û paşê li tiştekî dixe, difire esmên, li erdê dikeve û di peqînekê de parçe dibe.

Bûyer di vê demê de çêbû ku fîkarên ewlehîyê yên li seranserî cîhanê jiber şer Îsraîl û Hamasê, pevçûnên li Rojhilata Navîn û rojek berîya pîrozbahîyên Roja Spasdarîyê li Amerîka zêde bûne.

Jêder: Reuters