Li Ukraynayê Îdîayên Nijadperestîyê Dijî Afrîqîyan

Karker û xwendekarên Afrîqî yên ku dixwazin ji Ukraynayê derkevin li hember dagirkeriya Rûsyayê gilî dikin ji ber ku li otobus, trên û xalên derbasbûnê yên sînor têne asteng kirin. Hejayi gotineyê ku kesen ku mafê derketinê li peş bo welatîyên Ukraynî ne tene dayin.

Peyamnerekî Dengê Amerîka li rojavayê Ukraynayê dibêje ku pêşanî ji Ukrayniyan re tê dayîn, lê wî delîl nedît ku Afrîqî ji biyaniyên din cudatir têne asteng kirin.

Hin Afrîqî - di nav de bi sed hezaran mirovên din ku bêhêvî hewl didin ku ji Ukraynayê derkevin- îdia dikin ku ew rastî kiryarên nijadperestî tên. Karbidestên Ukraynî ew iddîayan red dikin le belê Amerîka û sazîyên navneteweyî metirsîdarin ji ber wan iddiayan.

Augustine Akoi Kollie, welatiyekî Lîberyayî yê ku li bajarê Ternopilê yê rojavayê Ukraynayê bijîjşkî dixwîne, got ku wî şahidê cudahiyan buye dema ku şeva Şemiyê li benda derketina ji sînorê nêzîkî Suceava, Romanya bû.

Wi got, xelk di rêzên dirêj de dilerizîn, çente û zarok girtin, û gotin ku "eger Ukrayniyek were, divê hûn xwe rê li ber Ukrayniyan vekin ku ew peş de biçin," Kollie ji Dengê Amerîka re got. Wî got, her çend karbidest bang kirin ku pêşî jin û zarokan werin derxistin, disa ji jinên Afrîqî li dû hatine hiştin.