Bîlîcî: Tirkiye Jibo Nava Xwe Kuştin û Wêrankariyê Dixwaze Bo Welatên Derve Demokrasîyê

Raci Bilici Vice Chairman of Human Rights Association (IHD) in Turkey

Rêxistina Navnetewî ya Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) doh roja duşemê 11î Tîrmehê raportek liser binpêkirina mafên mirov li Tirkiyê weşand.

Rapor behsa kuştin, wêrankarî û koçberiya bi zurî û qedexeya derketinê li herêmên kurdan dike, di raportê de hatiye ku zêdetirî 355 hezar kes koçber bûne, bê mal, bê war mane, herweha zêdetirî 388 kesên sivîl hatine kuştin û 150 kes di jêrzemînên sê avahiyên de hatine kuştin û şewitandin.

Dengê Amerîka pişka Kurdî liser weşana rapora rêxistina navnetewî ya çavdêriya mafên mirov (HRW) hevpeyînek li gel birêz Racî Bîlîcî Cîgirê Serokê IHD ê li Tirkiyê û Seroka Komela mafên Mirov ya Amedê encam da.

​Birêz Bîlîcî da zanîn ku pirsên û binpêkirinên di raoprê de hene, beşekein, ji wan hemû binpêkirinên mafên mirov yên ku dewleta tirk li dij kurdan û herêmên wan pêktîne.

Bîlîcî herweha derheqa pirsa çima tirkiye ji herkesî re destê dialog û aştiyê dirêj dike, lê hewil nade aştiya navxweyî pêk bîne û dialogê bide destpêkirin?

Mafnas Racî Bîlîcî da zanîn ku, hikumeta niha ya tirkiyê, ya herî giring di nava xwe û kurdan de, di nava xwe û Elewiyan de û di nava xwe yên cuda de dialogê bide destpêkirin, lê dema ku ew jibo nava tirkiyê kuştin û wêrankariyê bike û li gel welatên derve behsa demokrasî, hiquq û mafên mirovan bike kesek pê bawer nake.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn li gel Mafnas Racî Bîlîcî Serokê ÎHDa Amedê Û Cîgirê Serokê Giştî yê IHDê li Tirkiyê