Qutîya Reş ya Firoka Rûsî Zîyan Dîtiye

Artêşa Rûsî dibêje, wê nekarîyê ti agahî ji tomarkera pêzanînê ya ji firoka Rûsî peyda bikira, ku meha borî ji alîyê Tirkîyê ve hatibû gêr kirin.

Serokê beşa ewlehî ya artêşa Rûsî Sergei Bainetov got ku 13 ji 16 mîkroçîp bi temamî rûxîne û 3 yên mayîn jî zîyanên giran dîtine.

Bainetov got ku wê pisporên wan bizavê bikin ku agajî ji 3 mîkroçîpan derxînin, lê ew yek wê demeke dirêj bikşîne.

Tirkîyê di 24ê Mijdarê de firoka SU-24 ya Rûsî, li ser sînorê Sûrîyê anîbû xwarê, bi sedema ku wê firokê ketibû nav qada wê ya esmanî.