Sazîya Hevkarîya Îslamî: Qudsa Rojhilat Paytaxta Fîlîstînê Ye

Sazîya Hevkarîya Îslamî di encamnameya xwe bo civîna Stenbolê de dîyar kir ku ew ‘’Fîlîstînê nas dikin û Qudsa Rojhilat jî paytaxta wê ya di bin dagirkerîyê de ye’’

Sazîya Hevkarîya Îslamî bang li hemî dewletan kir ku vê biryarê bipejirînin.

Di encamnameyê de biryara Amerîka ya ser Qudsê hat red kirin û bi awayekî tund hat şermezar kirin.

‘’Ew biryara xeter ya ku hewil dide statuya Qudsê biguherîne ne rêwa ya û ti hikmê wê tune’’ hat gotin di encamnameyê de.

16 ji wan serokên dewletê, nûnerên 48 welat beşdarî hilcivîna Sazîya Hevkarîya Îslamî bûn.