Di 6ê Şibata sala par 2023an de, 2 erdhejên pir mezin li bakur rojavayê Sûrîyê û başûrê Tirkîyê çêbûn.
Navenda erdhejê devera Mereşê ya li Tirkîyê bû, lê herêma Efrînê û bi taybetî nahîya Cindirêsê pir zarar di vê erdhejê de dîtibû, çi mirovên ku di bin kavilan de man û bûne qurbanî yan avahîyên rûxiyabûn.
Felaketa erdhejê rewşa Efrînê kiribû rojev, ku ev herêma Kurdî ji sala 2018an de, di bin dagirkerîya Tirkîyê de ye, û grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî binpêkirin û sûcên dijî mafên mirov lê encam didin.
Herwiha li gor çalakvanên Kurd erdhejê zehmetî û êşên şênîyên Kurd li Cindirêsê zêde kirine, ku wan pir kêm alîkarîyên mirovahî wergirtine, jiber ku cudakarî derheqê zarardîtî û mexdûrên Kurd yên erdhejê de hatiye kirin.
Jibo zanîna agahîyîn pirtir li ser vê mijarê.
- Rewşa Efrîn û Cindirêsê piştî salekê ji erdheja wêranker bi taybetî zarardîtîyên Kurd.
- Karê rêxistinên mirovahî û çiqas bi Kurdan re li wê derê bûne alîkar.
- Metirsîyên guhertina demgorafîk û avakirina wargehan di bin navê alîkarîya qurbanîyên erdhejê de.
Di Mijara Rojê de ev babet bi du mêvanan tê gotûbêj kirin, ew jî:
- Rojnamevan û edîtorê rojnameya Levant News, Şîyar Xelîl.
- Çalakvan û rojnamevan Roj Mûsa.
Jibo guhdarîkirina tevahîya bernameyê fayla deng vekin.
Your browser doesn’t support HTML5