Biden Îro li Qesra Sipî bi Rêberên Japonya, Australya û Hîndistanê re Dicive

Ofîsa serokê Amerîka Joe Biden ya li Qesra Sipî

Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, serokwezîrê Japonya Yoshihide Suga û serokwezîrê Avusturalya Scott Morrison ewê îro Înê wekî komeke li Qesra Sipî kom bibin..

Biden ewê piştî civîna Quad bi serokwezîrê Japonya Yoshihide Suga re cûda bicive.

Hevdem, Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken jî îro berî hilcivîna Quad ewrê bi Modi re hevdîtineke dualî pêk bîne.

Sêrokên Amerîka, Japonya, Hindistan û Avusturalya, di derbarê zêdebûna hêz û kiryarên Çînê de fikarên hevpar parve dikin û cara yekê îro wek komek, bi kesane dicivin.

Civîna Quad, ku wek ku çar demokrasîyên mezin têne bi nav kirin, hefteyeke piştî Amerîka, Brîtanya û Avusturalya peymanek ewlehîyê ya bi navê AUKUS'ê îmza kirin, pêk tê.

Li gor peymanê Avusturalya wê keştîyên binavê yên navokî çêke û Washington dê teknolojîya pêşketî bide.

Peymana AUKUS armanc dike ku li hember zêdebûna bandora Çînê li herêma Hindo-Pasîfîkê, alîkarîya helwesta Avusturalya bike.

Di civînê de tê çaverê kirin ku pêşketina vaksînên COVID-19, binesazî û hevkarîya teknolojîk were nîqaş kirin.

"Emê rewş û encamên di warên binesazîyê de, tedbîrên saxlemîyê, zanist û teknolojîyê yên ser esman, înternetê, binirxînên," karbidestekî payebilind yê rêvebirîya Amerîka ji Reuters re got.

Heman karbidestî ragihand ku ewê di qadên ku bi Çînê pêşbaziya didome de, li ser peymanên taybet jî gotûbej werin kirin.