Qiralîçe Elizabeth, rêevebira herî payebilind Brîtanî îro Pêncşemê di 96 salîya xwe de mir. Qesira Buckhingam ragihand ku qiralîçe Elizabeth vê sibê di hazirbûna endamên malbata xwe de koça dawî kir.
“Qiralîçe Elizabeth îro li Balmoralê, bi awayekî aştîyane koça dawî kir, “Qesira Buckhingam bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.
Elizabeth di sala 1952'yan de hatibû ser desthilatê û heta niha wek rêvebira herî bilind ya sembolîk ya Brîtanya û 14 dewletên din bû.
Bi mirina Elizabeth, li ber e kurê wî yê mezin, Chafles wê bibe qiral û Brîtanya û 14 dewletên din yên bin sîvana monarşîyê bi rê ve bibe.