Charles III di Merasîmek Kevneşopî de li Westminster Abbey Taca Qiraliyê Wergirt

APTOPIX Britain Coronation

Qiral Charles III li Westminster Abbey bi fermî taca qirlaiyê wergirt, ev taca St. Edward ya bi Cewehran xemilandî ye, ku di merasîmek kevneşopî de bi rêûresim çêbû di demekê de ku desthilata padîşahiyê hewl dide ku pêwendiyên xwe bi Brîtanyayek nûjen perçebûyî ve bihêle.

Bêtir ji 2000 mêvan beşdarî vê merasîmê bûn, di nav wan de serkirdeyên cîhanê, arîstokrat û kesên navdar.

Li derve jî , bi hezaran leşker, bi deh hezaran temaşevan û hejmarek biçûk ji xwepêşanderan li wir kombibûn.

Ew lûtkeya rêwîtiyek 70'ê saliyê bû ji bo Charles ji mîratxwar heya Qiral.

Ji 1,000 sal bêtir ve, Qiralên Brîtanî di merasîmên mezin de hatine nîşankirin û taca qiraliyê danîne ser serê xwe ku mafê wan ê serweriyê piştrast dike. Charles yê 74 salî serwerê 40-mîn e ji vê malbatê ku bi vê şêwazê tacê dîtîne ser serê xwe.

Ji aliyekî din ve jî kesên li dijî desthilata qirlaiyê wek Koma Republic got ku şeş endamên wê, di nav de serekê rêvebirê wê, hatin girtin di xwepêşandana dijî vê merasîmê de. Polîs got ku ew ê bi tûjî danûstendinê bi kesên dijber û xwepêşanderan re bikin, ev yek bû cihê rexnê di derbarê mafê azadiya derbirîn û axftinê .

Jêder: AP