Di Qezaya Madenê de 11 Kes li Rûsyayê Hatine Kuştin

Dîmeneke ji xebatên rizgarkirina qurbanîyên qezaya madenekî komirê ya li Rûsya, 25 Mijdar 2021 Russia Mining Accident

Karbidestên Rûsyayê îro Pêncşemê ragihand ku li madenekî komirê ya li Sîbîrya de qezayekê pêk hatiye.

Walîyê herêmê Sergey Tsivilev dîyar kir ku di encama qezayê de heya niha 36 karker mirine, 46 hîn jî di bin erdê de ne.

Sergey Tsivilev da zanîn ku bi dehan karker li nexweşxaneyê dihatin derman kirin û rewşa çar karkeran giran e.

Wî got ku xebatkên rizgarkirina karkeran yên ku hîn di binê erdê de asê mane, berdewam dikin.

Wezareta awarte ragihand ku di dema qezayê di hindurê madenê de nêzî 285 karker hebûn in, lê herî kêm 239 ji wan karibûne xwe xilas bikin.

Şaxa herêmî ya Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku wê dozeke tawan ya li xemsarîya ku bûye sedema mirinan vekiriye.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin jî sersaxî ji malbatên qurbanîyan re xwest û got ku wî bi walî û karbidestên rizgarkirinê re axifîye.