Berdevka Qesra Sipî: Serok Trump dê Biryara Qudsê Roja Çarşemê Ragihîne

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders di brîfînga rojane de dîyar kir ku Serok Trump dê roja Çarşemê biryara ser birina Balyozxaneya Amerîka ber bi Qudsê, li pêş kamerayan daxuyanîyekê bide.

Sander da zanîn ku Serok Trump dê îşev li Qesra Sipî jî bi berpirsên ewlekarîyê re ser vê mijarê civînekê li dar xîne.

Di serî de Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, gelek serokan dabû zanîn ku barkirina balyozxaneya Amerîka fikreke xirab e.

‘’Serok bi gelek rêberan re axifî û ewê axaftinên xwe bidomîne. Di dawîyê de dê bo Amerîka biryara herî baş bide û vê biryarê jî dê bi xwe ragihîne.’’ Sanders got.