Qesira Sipî Trump jiber Gotinên Wî yên Ser Hizbulahê Rexne Dike

Berdevkê Qesira Sipî Andrew Bates îro Pêncşemê Serokê berê yê Amerîka Donald Trump jiber gotinên wî yên ser Hizbulah û wezîrê berevanî yê Îsraîlê rexne kir.

Trump, ku hewil dide di hilbijartinên 2024’an li hember Serok Joe Biden kempeyna xwe bimeşîne, roja Çarşemê li Florîda ji alîgirên xwe re gotibû ku Hizbulah pir jîr e.

Wî bi berdewamî ser Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant jî gotibû ku yekî xirab e.

Bates ser gotinên Trump got ku daxuyanîyên wisa metirsîdar in û dûrî aqilan in.

Berdevkê Qesira Sipî dîyar kir ku şaş e ku Amerîkîyek rêxistineke terorî ya bi piştgirîya Îranê re bêje jîr û pesnên wê bide.

Jêder: Reuters