Li Qersê Partîya Çep ya Kesk Mafê Dîyarkirina Endamtîya Sindoqan Dest Xist

Rêxistina Partîya Çep ya Kesk ya navenda bajarê Qersê, di encama navkişandinê (qurakişandinê) de mafê dîyarkirina endamekî komîteya ser sîndoqan bi dest xist.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartînê (YSK), jiber ku Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê xwe nekeve hilbijartinan, mafê wê yên endamtîya komîteya ser sindoqan ji destê wê sitandibû.

Jiber ku Partîya Çep ya Kesk li meclîsa Tirkîyê ne xwedîyê komê yê û cara yekê dikeve hilbijartinê, ji mafê cîhgirtina komîteya ser sindoqan bêpar e.

Li ser vê yekê, komîsyonên hilbijartinê yên bajar û bajarokan, jibo ku cîhê HDP’ê dagirin, nav dikşînin (pişk dikşinin) û di encamê de kîjan partîyên ku li meclîsê koma wan tuneye, mafê danîna endamekî lijneya sîndoqan dide.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya navenda Qersê ragihand ku di encama pişkkişandinê de Partîya Çep ya Kesk wê li şûna HDP’ê endamekî komîsyona ser sindoqên dîyar bike.

Berbijarê Partîya Çep ya Kesk yê Qersê parêzer Sertaç Çelikkalelî dibêje ku wan di encama pişkkişandinê de mafê ku ji destê HDP’ê hatibû derxistin, dîsa bi dest xistiye.

Lê, Çelîkkalelî got ku heman rewş jibo bajarokên Qersê derbaz nabe û li wan deveran wan nikarîbû heman mafî bi dest bixin.

“Li bajarokên mîna Dîgor, Qaxizman, Qamuşan û bajarokên din jiber ku rêxistinên partîya me nehatibûn ava kirin, me nikarî beşdarî pişkkişandina YSK’ê bibin. Bi vê yekê emê şahidan bişînin ser sindoqan. Em bang li hemî heval û gelê xwe dikin ku bila bo pêyvira şahîdîya ser sindoqan serî li partîya me bidin ku roja hilbijartinê em bikarin xwedî li dengên xwe derkevin,” Çelîkkalelî got.

Çelîkkalelî bi bêîr dixe ku hemî partîyên ku dikevin hilbijartinan xwedî maf in ku bo hemî sindoqan şahidan pêywirdar bikin.

“Ger şahîdekî sindoqan serê sibê zû here cîhê pêyvîra xwe û endamekî komîsyona sindoqan dereng were, ew dikare derbazî cîhê wî bibe û hemî pêyvîra wî bîne cîh.”

YSK dîyar dike ku li Qersê 185 hezar û 45 dengdar hene û ewê li 722 sindoqan dengên xwe bi kar bînin.

Çelîkkalelî dibêje ku ew dê li hemî sindoqan şahidan pêyvîrdar bikin.

“Emê bo ewlehîya sindoqan hemî hevalên xwe yên parêzer pêyvirdar bikin û herwiha ligel partîyên din yên muxalif jî di nava têkilîyê de bin.”

Li gor YSK yê kesên ku bixwazin bibin şahidên ser sindoqan dikarin heya roja hilbijartinê serî li partîyan bidin û ew partî dikarin wan kesan wek şahidên ser sîndoqê erkdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_5_01_2023_Qers