Qatar bi Îranê re Jinûve Peywendîyên Dîplomatîk Çêdike

Qatarê ragihand ku ewê bi Îranê re peywendîyên xwe yên dîplomatîk jinûve çêke.

Wezareta Derve ya Qatarê dîyar kir ku dê balyozê wê vegere Tehranê.

Piştî ku Erebîstana Saudî îmamekî Şîa bi darve kiribû, li dijî nûnertîyên wê yên li Îranê êrîş li dar ketibûn û ser vê di serê 2016'an de, Qatarê balyozê xwe yê li Tehranê vekişandibû.

Rêvebirîya Doha bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku dê bi Îranê re, peywendîyên xwe yên di hemî qadan de xurt bike.

Qatarê herwiha da zanîn ku Wezîrê Derve Şêx Mihemed bîn Abdulrahman û hevtayê wî yê Îranê Cevad Zarîf bi telefonê axifîne.

Wezareta Derve ya Qatarê dîyar kir ku her du wezîr fikarên hevpar û rêbazên xurtkirina peywendîyan peyivîne.

Wezareta Derve ya Îranê jî bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew ji hewildanên xurtkirina peywendîyan ya Qatarê razî ne.

Îranê, jibo Qatarê, ku jiber toleyên welatên Kendavê di rewşeke zor de ye, alîkarîya xwarinê jî şandibû.