Qatar Roja Înê Mêvandarîya Danûstandinên Aştî ya Afganî Dike

Wezareta Derve ya Qatarê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ewê di 12ê Îlonê de mêvandarîya danûstandinên aştîyê ya Afganî bike.

Wezaretê got ku danûstandinên rasterast yên plankirî, bi taybetî piştî peymana Amerîkî û Talîbanê ya vê salê, pêngaveke gelek girîng ya ber bi anîna aştîyeke mayînde ye.