Di Peqînên li Merasîma Yadkirina Qasim Silêmanî de Pirtir ji 100 Kes li Îranê Hatin Kuştin

Karbidestên Îranê ragihandin ku li salvegera çaran ya yadkirina fermandarê berê Qasim Silêmanî, ku sala 202an ji bi êrîşeke dronî ya Amerîka hatibû kuştin, nêzî gora wî du peqîn çêbûne.

Li gor ragihandina karbidestan di peqînan de bi kêmî ve 100 kes hatine kuştin û pirtir ji 200 kes jî birîndar bûne.

Berpirsîya peqînan hîn ti alîyan negirtiye ser xwe.

Karbidestên Îranê dîyar dikin ku hin kes piştî peqînê jiber revînê birîndar bûne.

Dîmen nîşan didin ku peqîna duyê 15 deqîqeyan piştî peqîna yekê çêdibe.

Peqîna duyê piranî armanc dike ku tîmên alîkarîyê yên tên cihê bûyerê bikuje.

Medyaya dewletê ya Îranê radigihîne ku karbidestên Kirmanê, ku 820 kîlometre li rojhilatê başûrê Tehranê ye, dibêjin ku êrîşeke terorî li dar ketiye.

Kanala dewletê dîyar kir ku hikûmetê jiber êrîşa terorî jibo sibê Pêncşemê şîna neteweyî ragihandiye.

Nournews, ku ajanseke nîv fermî ye, dîyar kiribû ku li nêzî goristanê çend tenekeyên gazê peqîne.

Bi sedan Îranîyan beşdarî li merasîma yadkirina Qasim Silêmanî kiribûn.

Qasim Silêmanî, ku yek ji pêşengên tevgerên leşkerî yên Îranê yên li herêmê ye, wek semboleke rejîma olî dihat dîtin.

Silêmanî piştî ku Amerîka gotibû ku ew alîkarîya wan çekdaran dike ku leşkerên Amerîkî bikuje û fermana kuştina wî dabû navdar bûbû.

Ew sala 2020’an, di dewra serokê berê Donald Trump de, bi êrîşeke dronî hatibû kuştin.

Bi hezaran kes beşdarî merasîma binaxkirina Silêmanî bûbûn ku wê demê 56 kesan jiber îzdihamê canên xwe ji dest dabûn û pirtir ji 200 kes birîndar bûbûn.