Wezîrên Derve yên Rûsya, Îran û Tirkîyê bi daxuyanîyeke hevpar dîyar kirin ku wan li ser komîteya qanûna bingehîn ya Sûrîyê li hev kiriye.
Komîteya qanûna bingehîn ya Sûrîyê dê di serê sala 2019’an de cara pêşî kom bibe.
Wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkîyê ser dîyarkirina komîteyê li Cenevre ya Swîsre kom bûbûn.
Karbidestên her sê dewletan, ku hevdîtinên Astana jî birêve biribûn, didin zanîn ku Neteweya Yekbûyî (NY) jî dê piştgirîya komîteyê bike.