Berevankarên Mafê Mirovan di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de Daketin Kolanê

Jimareke kes û rêxistinên berevankarên mafê mirovan îro Pêncşemê li pêş avahîya Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo çalakî pêk anîn.

Xwepêşanderan ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku binpêkirinên mafê mirovan yên ji hêla artêşa Tirk û çekdarên Sûrî yên bi ser Tirkîyê ve werin sekinandin.

Seroka sazîya mafê mirovan ya herêma Cizîrê Evîn Cûma ji Dengê Amerîka re ragihand ku wan bi dehan binpêkirin û kuştinkarî belge kirine.

"Ser îmzakirina hevpeymanîya navnetwî ya mafên mirovan 72 sal derbaz dibe û me xwest ku di vê rojê de dengê xwe bilind bikin.”

Li alîyê din, bi heman armancê bi dehan parêzer çalakîyeke din li ber avahîya Netewên Yekbûyî li dar xist.

Hevserokê Yekîtîya Parêzeran ya herêma Cizîrê Şahîn Lalî ji got ku wan di vê rojê de xwest ku dengên wan bigihêje hemû rêxistinên navnetewî.

"Li bakur û rojhilata Sûrîyê binpêkirinên mafê mirovan ji hêla Tirkîyê û çeteyên pêre tên kirin. Em dengê xwe digihînin ku herêmên bi destê şervanan hatin rizgar kirin, lê ji terorê îro malbatên wan penaber bûne".

Parêzer Fedil Hakim ji got ku ew ji rêxistinên navnetewî dixwazin ku Tirkîyê ji herêma wan derxin da ku aramî çêbe.

"Me wek parêzerên herêmê berê xwe dayê her derîyê û gelek binpêkirinan belge kirine û gelek dosya radestî alîyên navnetewî kirine."

Hêjaye bîrxistinê ku ev du sal in nêzî 162 hezar şenîyên Serêkanîyê û Girêsipî jiber êrîşa Tirkîyê derbider bûne û piranîya wan, bê derfetên jîyana normal, li kampan dimînin.

Rêxistina Mafê Mirovan, ku li ser asta Serêkanîyê û Girêsipî binpêkirinên mafê mirovan yên ji alîyê artêşa Tirk û grubên Sûrî yên girêdayî wê dixebite, ragihand ku ji dema êrîşa heya 10ê vê mehê 340 kes hatin kuştin li di nava wan de sîyasetvan Hevrîn Xelef jî heye.

Dîsa, heta niha 945 kes jî di encama bikaranîa çekên qedexe yên mîna fosfora sipî birîndar bûne û 85 kes jî hatine revandin.

Rêxistinê bal dikşîne ku 810 dibistan li herêmê hatin girtin û hinek ji wan wek bingehên leşkerî tên xebitandin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_12_10_2020_Roja_Mafê_mirovan