Qamişloyî jiber Zêdebûna Buhayê Keskatîyê Gazincan Dikin

Your browser doesn’t support HTML5

Qamişloyî gazînan ji bazirganan dikin, lê bazirgan jî dibêjin rê hatine girtin û peydakirina berhemên xwecîhî jî gelek kêm bûye.

Li Qamişlo ya herêma Cizîrê ya li Bakur û Rojhilata Sûrîyê rûniştvan bi hatine maha Remezanê buhayên xwarinê û bi taybet jî keskatîyê 2-3 qat zêdebûne. Karbidestên xwecîhî dibêjin ku rêyên hin peydakirina ji wan cureyên keskatîyê,wek Îran û hin bajarên Sûrîyê hatine girtin û herwiha hin bazirganan berê xwe dane bazarên hin welatên din, loma nirxê hin tiştan bilind bûne.