Ji destpêkirina dagirkirina Ukrayna ya ji hêla Rusya vir ve, Qamişlo careke din rûbirûyê krîza nan dibe.
Nanpêj û firinên li bajêr yan xebatên xwe rawestandine yan jî bi demkî dixebitin û sedema serekî ya wê krîzê wek şerê li Ukaranya nîşan didin.
Ew didin zanîn ku ard û genim bi piranî ji Ukrayna dihat kirîn; lê ji destpêka êrîşa Rûsya peydakirina wan ji Ukrayna asteng bûye, ev yek jî buhayê ard û genim demûdest bilind kiriye.
Li gor nanfiroşan buhayê tonek ard ji 450 dolaran derketiye 600 dolaran.
Berpirsê nanpêja Şemis ya taybet Goran Mihemed ji Dengê Amerîka re dibêje ku jiber şerê li Ukrayna buhaya buhayê yek ton ard ji 450 dolarî derbaz kiriye
û niha ew ardên xwe yên hilanî bi kar tînin.
Nanpêj herwiha dibêjin ku ardê zîro ji ser Tirkîyê derbazî Bakur û Rojhilata Sûrîyê dibû, jiber vê yekê jî buhayê ard zêde bûye.
Nanpêj û xwedîyê firinên li Qamişlo îdia dikin ku divê buhayê nan jî were bilind kirin; jiber ku berîya niha wan kîseke ard (50 kg) ji bazarê bi 60 hezar lîraeyên Sûrî dikirîn, lê niha heman kîs bûye 110 hezar lîre.
Hesen Musa, ku xwedîyê Firna Kevirî ya taybet e, gazîncan dike ku ew niha nanekî sitûr ya 300 gramî, bi 500 lîreyê difroşin, lê jiber buhayê ard wê ew têk biçin.
"Rêvebirîya Xweser, divê bi xwedîyê firinan re bicive û vê pirsgirêkê bi rengekî hevbeş çareser bikin," Mussa dibêje.
Firinên giştî yên ku girêdayê Desteya Aborî û Çandinîyê ya Rêvebirîya Xweser in, xebatên çêkirinê nên nedane sekinandin û rojane li nava komînan de nan tê belav kirin.
Lê, ardê wî nanî bi rêjeya bilind ya ji kepek û garis pêk tê, ne ji ardê ku ji sedî 100 genim e.
Hin Qamişloyî dibêjin ku ew bi mecbûrî vî nanî dikirin jiber ku buhayê wî li gor buhayê nanê taybet erzantir e.
Rûniştvanê bi navê Ridwan Cibgirawî dibêje ku gel xizan e, her kes nikare nanê taybet bikire û tama nanê komîna jî ne xweş e.
Li herêma Cizîrê 13 firinên nan yên giştî hene ku ji hêla Revebirîya Xweser ve têne rêvebirin û ardê wan bi buhayeke erzantir tê peyda kirin.
Revebirîya Xweser herwiha bi buhayê 30 hezar lîreya Sûrî ard dide bi dehan firnên kevirî yên li Qamişlo.
Desteya Aborî û Çandinîyê ya li Bakur û Rojhilata Sûrîyê dibêje ku yedekên genim û ard yên bo sala 2021-2022'an hatine depo kirin û herwiha ew buhayê ard jî bi vê buhrana cîhanî ya genim û ard buha nakin.
Your browser doesn’t support HTML5